RÊVEBERIYA TIRAFÎKÊ PROŞORÊN HIŞYARIYA EWLEHIYÊ LI ZAROKAN BELAV KIR

Rojava Tv
2 Min Read
RÊVEBERIYA TIRAFÎKÊ PROŞORÊN HIŞYARIYA EWLEHIYÊ LI ZAROKAN BELAV KIR

Bi vekirina dibistanan re, Rêveberiya Giştî ya Tirfîkê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêngavek ji bo parastina zarokan dest pê kir.

Di pêngavê de endamên tirafîkê li dibistanan geriyan û proşorên hişiyariyê li zarokan belav kirin.

Endamên Tirafîkê gotin ku her sal bi vekkirina dibistanan re pêngava ewlehiyê ji bo zarokan dest pê dike.

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê sala xwendinê ya nû dest pê kir û bi destpêkirina dibistanan re Rêveberiya Giştî ya Tirafîkê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo parastina zarokan pêngavek bi navê Ewlehiya Tirafîkê dest pê kir.

Tirafîkê serdana dibistanan kir û proşorên hişyariyê bi zimanê kurdî û erebî li zarokan belav kir.

Têkldarî mijarê endamên Tirafîkê ji Rojava tv re axivîn û gotin ku ev pêngav ji bo parastina zarokan hat destpêkirin.

Ji aliyê xwe ve Rêvebira dibistana Mihemed Zênal ev pêngav weke gaveke serkeftî bi nav kir û got: “Ev tenê ne bes e, divê malbat jî bi vê pêngavê re alîkar bin”.

Di pêngavê de çar xalên sereke hebûn ew jî bi vî rengî ne:
Em ji cihê diyarkirî, rê derbas bikin.
Em li qadên lîstikê bilîzin, mîna bexçeyan.
Em guh bidin îşaretên trafîkê.
Em li ser resîfan bimeşin heta ku em bi silametî bighêjin.

Share This Article