Desteya ciwan û werzîşê ya kantona Firatê îro bi armanca pîrozkirina 8’ê adarê çalakiyên werzîşê li darxist.
Çalakî ciwanan bi beşdariya saziyên rêveberiya xweser , desteya ciwan û werzîşê, ofîsa jin ya desteya Ciwana û werzîşê her wiha hejmasrek ji lîstkvanên jin li dar ket.
Di çalakiyê de pêşbirkeke bazdanê li daristana bajarê Kobanê hat lidarxistin û lîstîkvanên jin hatin xelatkirin.
Her wiha Desteyê li stadyûma şehîd Mesûd Îbrahîm lîstika baskitbol di navbera du tîman de hat lidarxistin.
Desteya Ciwan û werzîşê tîmên serkeftî û xebatkarên raghandinê yên jin xelat kir.
