Bi serpereştiya Rêveberiya Sivîl a Tebqayê û bi beşdariya bi hezaran ji welatiyên Tebqayê, agirê Newrozê hate dadan û cejn hate pîrozkirin.
Li bajarê Tebqayê bi hezaran kes bi cilûbergên cejnê herikîn qada Newrozê û bi pêxistina êgir re cejn pîroz kirin.
Di pîrozkirina cejnê de axaftin li ser navên Rêveberiya Sivîl a Tebqayê û Partiya Sûriya Pêşerojê hatin kirin û peyamên serkeftinê hatin berzkirin.
Her wiha hate gotin, dê Newroza îsal bibe navgîna azadiya fîzîkî ya Rêber APO û rizgarkirina herêmên dagirkirî.
Piştî axaftinan, komên mûzîk, şano û govendê berhemên xwe pêşkêş kirin.
