FESTÎVALA AWAZÊN PAYÎZÊ YA 4’EMÎN DI ROJA XWE YA 2’EMÎN DE DIDOME

Rojava Tv
1 Min Read

Festîvala Awazên Payîzê ya 4’emîn ya ku ji aliyê Koma Yekpar ve tê lidarxistin, li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê li Qamişlo di roja xwe ya 2’emîn de didome.

Bi sedan ji xelkên bajarê Qamişlo û hezkiriyên hunerê beşdarî festîvalê bûn.

Di danê sibehê yê festîvalê de ji aliyê koma Hîlala Zêrîn a zarokan, koma Têl Saz a mûzîkê, Elend, lûsîn û larîsa Performansên cûrbecûr ji amûr û mûzîkan pêşkêşkirin.

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku li gorî çarçoveya bernameyê festîvalê di danê êvarî de ji seat 5’an de Performansên bernameyên xwe berdewam dikin.

Share This Article