PARTIYA SÛRIYA PÊŞEROJÊ CIVÎNEK JI WELATIYÊN HESEKÊ RE LI DAR XIST

Rojava Tv
1 Min Read

Partiya Sûriya Pêşerojê ji bo nîqaşkirina geşedanên dawiyê yên li Rojhilata Navîn li kantona Hesekê civînek li dar xist.

Bi dehan endamên partiyên siyasî, nûnerên sazî û rêxistinan û şêniyên Hesekê beşdarî civînê bûn.

Di civînê de geşedanên siyasî yên dawiyê û bandorên şerê Hamas û Îsraîlê yên li ser Sûriyê hatin nîqaşkirin.

Emîndara Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Sîham Dawûd civîn bi rê ve bir û ji welatiyan re behsa pêşhatên dawiyê kir.

Di axaftinan de hate tekezkirin ku projeya Neteweya Demokratîk ya Rêber APO take rêya çareseriyê ye.

Piştre deriyên nîqaşê hate vekirin û beşdaran nêrînên xwe bi parve kirin.

Share This Article