HUNERMENDÊ KURD YÊ NAVDAR BEYTOCAN KOÇA DAWIYÊ KIR

Rojava Tv
2 Min Read
HUNERMENDÊ KURD YÊ NAVDAR BEYTOCAN KOÇA DAWIYÊ KIR

Hunermendê Kurd Beytocan doh ji ber nexweşiya penceşêrê, di 68 saliya xwe de li Swêdê koça dawî kir û li dû xwe gencîneyeke dewlemedn hêla.

Di vê raporê de em ê jiyan û berhemên Beytocan nas bikin.

Hunermendê dengxweş û parêzvanê gencîneya hunera Kurdî, Beytocan vê sibehê li welatê xerîbiyê, xatirê heta hetayê xwest, lê hezkirina xwe di dilê her kesî de çand.

Hunermendê Kurd û awazêrîn, Beytocan di sala 1955an de li navçeya Farqînê ya Ameda Bakurê Kurdistanê çavên xwe li dunyayê vekirin.

Beytocan weke her zarokekî Kurd li ber çanda Kurdînîyê û serpêhatiyên pêşiyên xwe mezin dibe.

Dema temenê wî 8 sal bûn, ji navçeya Farqînê berê xwe didin paytexta Dilê Kurdistanê Amedê.

Xweşbêj û rewanbêjê Kurd, ji ber xebatên xwe yên ji bo azadiya gelê xwe, di dema darbeya leşkerî ya 12ê Îlona 1980yî de tê girtin û 15 sal cezayê girtîgehê lê tê birîn.

Piştî heyama 6 sal û nîvan, ew ji zindanên dagirkiryê tê berdan û di nava deryaya huner û awazên Kurdiyê de geştên dûrûdirêj dike.

Beytocan albûma xwe ya yekem sala 1990î derxistiye û paşê bi neçarî ji ber zext û kiryarên desthilatê ji welatê xwe bar dike û berê xwe dide welatên xerîbîyê û li Swêdayê bi cih dibe.

4 albumên Beytocan yên bi navên “Yan mirin Yan Diyarbekir”, “Te Nadin Min”, “Bîst û Yekê Adarê”, “Êtûna Dilê Min” hene.

Albûmên wî li Kurdistan û dîyasporayê deng vedan û bi milyonan Kurd li dora xwe civandin.

Beytocan li welatê xerîbîyê û bi hestên bêrîkirina ji axa welatê xwe yê dagirkirî re, vê sibehê ji ber nexweşiya penceşêrê, di 68 saliya xwe de li Swêdê koça dawî kir û li dû xwe gencîneyeke dewlemedn hêla.

 

Share This Article