Kombenda Efrîn a Civakî ji bo şermezarkirina sûcên hovane ku çeteyên ʹEmşatʹ li dijî jinên gundê Kaxirê yê Efrîna dagirkirî pêk anîne li pêş navenda xwe ya li Qamişlo daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker li pêş çavên cîhanê sûcên hovane li dijî xelkê Efrîna dagirkirî pêk tînin, herî dawî jî çeteyan li dijî xelkê gundê Kaxirê ya Efrîna dagirkirî sûcên revandin û lêdana li dijî jinan û ferzkirina peryan ji bo mewsima zeytûnan pêk anîn.
di dewama daxuyaniyê de Kombendê destnîşan kir ku çeteyên Firqet Sultan Silêman Şah (Emşat) bi ser gundê Kaxirê de girtin, gule li xwepêşandana jinan a li gundê barandin, di encamê de gelek jin birîndar û şehîd bûn û gelek mêr jî hatin girtin.
Kombenda Efrîn a Civakî di dawiya daxuyaniyê de sûcên li dijî xelkê Efrîna dagirkirî şermezar kir û bang li aliyên navneteweyî û herêmî yên têkildarî mafên mirovan û jinan kir ku bi erkên xwe li hember van binpêkirinên berdewam rabin.
