LI REQAYÊ ROLA JIN DI PÊKANÎNA EDALETA VEGUHÊZ DE HAT NÎQAŞKIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Ofîsa jin a Meclîsa Sûriya Demokratîk MSD bi hemahengiya Rêxistinên Civaka Demokratîk civînek bi sernavê “Rola jin di edaleta veguhêz de” li kantona Reqayê lidarxist.
Endam û Rêveberên Rêxistinên Civaka Demokratîk, Meclîsa Sûriya Demokratîk û çalakvan beşdar bûn.
Jinan di civînê de rewşa sûriyê nîqaş kirin û behsa rola jinan di avakirina civaka demokratîk û pêkanîna edaleta veguhêz de kirin.
Hat gotin, Edaleta veguhêz li hember binpêkirinên mafên mirovan bersiveke civakî ye, û divê jin roleke sereke di vê gavê de bilîze.
Civîn bi encamnameyekê bi dawî bû, ji xalên encamnameyê Amadekirina makezagonek ku mafên jinan biparêze, avakirina komîteyekê ji bo lêpirsîna kesên sûc li dijî jinan pêk anîne.

Share This Article