LI QAMIŞLO BANGA PARASTINA EWLEHIYA WELATIYAN LI ŞAMÊ HAT KIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

 

Weqfa Jin a Azad, Rêxistina Stêrk û Rêxistina Sara bi daxuyaniyeke hevbeş komkujiya li dêra “Mar Ilyas” şermezar kirin û bang li desthilata şamê kirin ku ewlehiya welatiyan biparêze.
Daxuyanî li pêş avahiya Weqfa Jin a Azad a li bajarê Qamişlo bi beşdariya jinên di Rêxistinên Civaka Sivîl de hat xwandin.
di daxuyaniyê de hat gotin, di demên dawî de li Sûriyê alozî û binpêkirinên ewlehiyê zêde bûne, ev yek jî rewşa kaos a li Sûriyê nîşan dide.
Hersê Rêxistinan bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kirin ku li dijî van binpêkirinan helwesteke tund nîşan bidin, her wiha daxwaza dabînkirina piştgiriya bijîşkî û psîkolojîk û pejirandina tedbîrên pêwîst ji bo parastina sivîlan kirin.

Share This Article