Bi sedan Şêniyên Kantona Firatê îro bi merasîmeke bi heybet cenazeyên herdu cangoriyên azadiyê şehîd Fewzî û Bozan oxir kirin.
Şervanên QSD’ê (Mistefa Teharo) 5`ê Îlona 2025`an li Bendava Tişrînê û (Bozan Beko) 2ˊê Îlona 2025ˊan li Reqayê şehîd bûbûn.
Herdu şehîd îro bi merasîmekê li goristana şehîd Dicle hatin oxirkirin.
Di merasîma oxirkirinê de Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê Sara Xelîl û Endamê Meclisa Leşkerî ya bajarê Kobanê Mihemed Oso axivîn û sersaxî ji malbata her du şehîdan re xweset.
Piştî axaftinan nasnameyên her du şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hate kirin.
Cenazeyên şehîd Fewzî û Bozan bi tilîliyên dayikan û bi dirûşmên “Şehîd namirin” spartin axê.
