8’emîn pêşengeha şehîd herekol a pirtûkan li bajarê qamişlo di roja xwe ya 5’an de dewam dike.
Li kêlek serweriya reng û zimanê kurdewarî li pêşangehê ku rêjeya pirtûkên bi zimanê kurdî derdor 45% ye, rola jin û ciwanan di bihêzkirina zimanê kurdî de li pêş e.
Mînaka rola jin û zanista wê di pêşxistina xwendin û pirattîkkirina wê di nava civakê de, akademiya jineolojî 2 salin di pêşengehê de beşdare.
Vê salê jî jineolojî bi 6 berhemên nû derbarê zanista jinê de, beşdarî pêşengehê bûye.
Di nava berhemên jineolojî de rola jinên pêşeng li pêş e, ku di wî beşî de pirtûka Ş.nagihan akarsel jî hatiye pêşandan ku kurteçîrokên jinan vedibêje.
Akademiya jineolojî ku zanista jinê ji bo azadiya civakê pêş xistiye bi rengekî balkêş pirtûka Atekan mahîr ku hevalekî mêre û pirtûkek li ser jinolojî nivîsandiye, di beşê xwe yê taybet de daniye.
