EZMÛNÊN XWENDINA AMADEHÎ YA AZAD LI BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ DEST PÊ KIRIN

Rojava Tv
2 Min Read

Îro li hemû herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêvajoya nivîsandina ezmûnên xwendina amadehî li gorî mînhaca Rêveberiya Xweser dest pê kir û xwendekar ji saetên destpêkê ve berê xwe daneştekên dibistanan.

Li kantona Reqayê, xwendekarên pêkhateya erebî û kurdî bi girseyeke mezin berê xwe dibistanên xwe û ezmûna yekem dest pê kirin.

Kamîreya Rojava TV, pêvajoya ezmûna li dibistana El reşîd şopand û li wir, ji hevseroka desteya Perwerdeyê a kantona Reqayê Zuleyxa Ebdî, hin agahî wergiritin

Li Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê jî, xwendekarên bawernameya amadehî yên dibistana şehîd Cûdî Amanos tevî xwendekarên ji Şehbayê koçberî her du taxan bûne, ezmûnên xwe dest pê kirin.

Hejmara xwendekara ku derbasî pêkanaîna bûn 97 in, di nav wan de xwendekarên ereb ên minhaca erebî a Rêveberiya Xweser bi hev re dixwînin jî hene.

Ji bo agahiyên bêtir li ser birêveçûna ezmûnan, Rojava TV hevpeyvînek bi Endamê Komîteya Fêrkirin û Perwerdekirina Civaka Demokratîk “Egîd Henan” re kir.

Di heman çarçoveyê de, li bajarê Qamişlo li 4 navendên ku ji aliyê Desteya Perwerde û Ferkirinê ve hatine amadekirin, ezmûn dest pê kirin.

Mamoste û çavdêra ezmûnan Henan bekir rewşa rêveçûna ezmûnan vegot û morala xwendekaran di vê rojê de anî ziman.

Desteya Perwerdeyê ya Rêveberiya Xweser demek berê ragihandibû ku ezmûnên bawernameya Navîn dê roja Şemiyê 14’ê Hezîranê dest pê bikin, di heman demê de dîroka ezmûnên amadehî jî 15’ê Hezîranê hatibû destnîşankirin.

Share This Article