3 SAL LI SER DAGIRKIRINA SERÊ KANIYÊ Û GIRÊ SPÎ RE DERBAS DIBIN

Rojava Tv
1 Min Read

Encumena leşkerî ya Girê Spî bi daxuyaniyekê aşkere kir ku dewleta Tirk di nava 3 salan de sûcên şer li dijî welatiyên herêmê pêk anîne û demografya herêmên dagirkirî diguherîne.

Her wiha encumenê soza rizgarkirina tevahî herêmên dagirkirî da.

Beriya niha bi 3 salan dewleta Tirk û çeteyên tundrew yên ser bi wê ve, hem di aliyê bejhaî û hem jî di aliyê esmanî de bi awayekî dijwar êrîşî Serê Kaniyê û Girê Spî kirin.

Piştî  ku şervanên QSD’ê berxwedaneke bêhempa meşandin, Tirkiya dagirker bi zora balafiran û teknîka pêşketî ew her du bajar dagir kirin.

Têkildarî mijarê encumena leşkerî ya Girê Spî daxuyaniyek da û sûcên dewleta Tirk ên di nava sê salan de aşkere kir.

Encumenê got ku dewleta Tirk pabendî rêkeftinên agirbestê nabe û dixwaze qada dagirkeriya xwe berfirehtir bike.

Bi gotina encumenê Tirkiya jêrxane û ewlehiya herêmê têk dide.

Encumena Leşkerî ya Girê Spî piştrast kir ku ew ê heta rizgarkirina tevahî herêmên dagirkirî têbikoşin,  welatiyan ji dagirkeriyê rizgar bikin û armancên şehîdên xwe jî pêk bînin.

Share This Article