Bi hatina werza zivistanê re, welatiyên Hesekê ji bo germkirinê sobeyan dikirin.
Welatî dibêjin, nirxên sobeyan ji salên berê buhatir in.
Bi hatina werza zivistanê re, daxwazên li ser alav û amûrên germkirinê zêde bûye û herî zêdî xwest li ser sobeyan heye.
Li kolana Za’faranê ya bajarê Hesekê tevî buhabûna nirxên sobeyan jî, lê daxwazên welatiyan li ser kirîna sobeyan her zêdetir dibin.
Welatiyan diyar kirin ku nirxên sobeyan ji salên berê buhatir in.Kolana Za’faran ku yek ji kolanên herî kevin û biçûk ên bajarê Hesekê ye, her sal niştecihên wê weke van deman berê xwe didin sûkê û dest bi amadekariyên zivistanê dikin.
