6’EMÎN HEVDÎTINA TEBQA YA WÊJEYÎ BI XELATKIRINA BEŞDARAN BI DAWÎ BÛ

Rojava Tv
1 Min Read

6`emîn Hevdîtina Tebqa ya Wêjeyî ku bi dirûşma “Aqilmendî, heta beyteke helbestê wê nehewîne, bêhiş dimîne” hatibû lidarxistin, duh bi xelatkirina beşdarên ji seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dawî bû.

Di hevdîtinê de wêjevan û nivîskarên ji seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, nûnerên Rêveberiya Sivîl a Tebqayê, rûspiyên eşîran, partiyên siyasî û tevgerên ciwanan beşdar bûn.

Di hevdîtinê de helbestvan û wêjevanên li seranserî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berhemên xwe xwendin û çanda herêmên xwe dane naskirin.

Piştî xwendina helbestan stran û muzîk ji aliyê koma Tebqayê ve hatin pêşandan.

Di dawiya hevdîtinê de beşdar û Komîteya Amadekar a hevdîtinê, Yekitiya Rewşenbîran a Tebqayê, Studyoya Tebqayê û Nivîsgeha Çalakî û Teknîkê hatin xelatkirin.

Beşdarên hevdîtinê diyar dikin ku, çalakiyên weha rêya pêşketinên mezin li pêşiya wan vedikin.

Share This Article