ENDAMÊN PYD’Ê ÊRÎŞÊN LI SER DÊRAZORÊ ŞERMEZAR KIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Ji ber êrişên Dîfa El Wetenî û hêzên hikumeta Şamê yên li ser rojhilatê Kantona Dêrazorê 14 sivîl şehîd bûn û 25 jî birîndar bûn.

Xelk, sazî û rûspiyên li herêmê li hember êrişên Dîfa El Wetenî û hêzên hikumeta Şamê bi bertekin û tekeziyê li ser hevgirtinê dikin.

Endamê Meclisa Giştî yê PYD Sirûr El Şatî diyar kir ku, divê hemû eşîrên li herêmê li dijî êrîşên ku bi armanca derxistina fitneyê pêk tên derkevin.
Ji aliyê xwe ve Endamê Meclisa Giştî yê PYD xalib El sedûn jî tekez kir ku, heta dawiyê ew ê bi hêzên QSD’Ê re bin û hevgirtina xwe xurt bikin.

li seranserî herêma bakur û rojhilatê sûriyê bertekên li hember êrîşên hikûmeta şamê û çekdarên dîfa el wetenî yên li ser dêra zorê zêde dibin.

Pêkhateyên herêmê ku bi hev re jiyaneke hevbeş dijîn, dibêjin ew bi saya QSD’ê di aramiyê de dijîn.

Share This Article