Têkildarî qedexekirina hevdîtina parêzeran ya li gel Rêber APO, Parêzerê Rêber APO, Cuneyt Caniş ji Rojava TV re ragihand ku, qedexeya hevdîtinê li dijî tevahî yasayan e.
Her wiha diyar kir ku bêdengiya CPT nîşaneya hevkarî û erêkirina tecrîdê ye.
Desthilata faşîst a AKP- MHP’ê careke din hevdîtina parêzeran ya li gel Rêber APO ji bo 6 mehên din qedexe kir.
Ev serê çend salan e dewleta Tirk bêyî ku sedemê destnîşan bike, qedexeya hevdîtinê û cezayên displînê li ser Rêber APO disepîne.
Parêzerê Rêber APO, Cuneyt Caniş ji Rojava TV re ragihand ku, qedexeya hevdîtinê li dijî tevahî yasayan e.
Her wiha Cuneyt Caniş diyar kir ku bêdengiya CPT nîşaneya hevkarî û erêkirina tecrîdê ye.
Cara herî dawiyê 25’ê adara 2021’ê Rêber APO bi rêya telefonê ligel malbata xwe axivî û ji wê demê ve ku zêdetirî 32 mehan e ti agahî ji Îmraliyê nehatine wergirtin.
