JI BO NÎQAŞKIRINA SIBEROJA SÛRIYÊ KOMXEBATEK LI REQAYÊ HAT LIDARXISTIN

Rojava Tv
1 Min Read

Partiya Yekîtiya Demokratîk û Kongreya Îslama Demokratîk der barê siberoja Sûriyeyê li bajarê Reqayê komxebatek li dar xistin.

komxebat bi beşdariya Siyasetmedar, oldar û nûnerên rêxistinên civaka sivîl li Navenda Çandê ya Reqayê hat lidarxistin.

Di komxebatê de 2 xalên sereke hatin nîqaşkirin, xala yekemîn li ser îslama demokratîk û çawaniya avakirina civakeke demokrat bû.

Xala duyemîn jî li ser nêrîna siyasî di rewşa heyî ya sûriyê de û çawaniya çareserkirina krîzan bû.

Komxebat bi parvekirina nêrîn û nirxandinên beşdaran bi dawî bû.

Share This Article