LI HESEKÊ TECRÎDA LI DIJÎ RÊBERTÎ BI MEŞEKÊ HAT ŞERMEZARKIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Şêniyên bajarê Hesekê ji bo şermezarkirina tecrîd û nûkirina cezayên dispilînê yên li dijî Rêber APO, meşek li darxistin û banga bilindkirina asta têkoşînê kirin.

Bi sedan şêniyên bajarê Hesekê, saziyên Rêveberiya Xweser, endamên Rêxistinên Civaka Sivîl û şêx û rûsipiyên herêmê, tevlî meşê bûn.

di meşê de axaftin li ser navê Meclisa Jinan a PYD û Kongra Star hatin kirin û hat gotin ku ,armanc ji tecrîdê tunekirina doza gelê kurd e , her wiha bang li gelên herêmê hat kirin ku, ji bo azadiya rêbertî asta têkoşênê bilind bikin.

Meş bi siloganên şermezarkirina tecrîdê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber APO bi dawî bû.

Share This Article