LI HESEKÊ JI BO NASKIRINA STATUYA YPJ’Ê Û MAFÊN JINAN KOMXEBAT HAT LIDARXISTIN

Rojava Tv
3 Min Read

 

Di çarçoveya kampanyaya piştigiriya YPJ’ê, Kongra Star, Meclisa Jinan a Kongra Îslama Demokratîk û YPJ’ê, li bajarê Hesekê komxebatek diyalogê li darxist.

Beşdarên Komxebatê destnîşan kirin ku YPJ’ê nasnameya jinan parastiye û xwest statuya YPJ’ê û mafên jinan di destûrê de werin mîsogerkirin.

Di çarçoveya Kampanyaya “Em hemû YPJ ne” û “YPJ hebûne me ye” ku di 26’ê Nîsanê de ji aliyê Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan a Rojavayê Kurdistanê ve ji bo piştgiriya Yekîneyên Parastina Jinê YPJ’ê dest pê kir, îro li bajarê Hesekê Komxebatek hat li darxistin.

Komxebat ji aliyê Meclisa Kongra Star a bajarê Hesekê, Meclisa Jinan a Kongra Îslama Demokratîk û YPJ’ê ve li Xwarîngeha Mişwar a bajêr hat orgenîzekirin.

Komxebat bi amadebûna endam û rêveberên saziyên civaka sivîl, rêxistin û dezgehên jinan, partiyên siyasî û şervan û fermandarên YPJ’ê dest pê kir.

Di komxebatê de 2 mijarên sereke yên bi serenavê “Biryardayîna di dema zordariya olî û yasayî de” û “Jin û Parastin” hatin nirxandin.

Di Komxebatê de Endama Koordînasyona Kongra Star Nahid Silêman diyar kir ku YPJ nasnameya hemû jinên cîhanê parastiye. Bi fedakarî û têkoşîna xwe ji cîhanê re nîşan dane ku azadî bi îrade, biryardarî û baweriya bi dozê tê bidestxistin.

Her wiha destnîşan kir ku Jinan bi vîzyonek mezin dest bi vê rêwîtiyê kirine da ku rûmet û mafên jinan biparêze, hêza xwe ji ruhê têkoşîn û hevgirtinê di navbera jinên ku li eniyên pêş de ji bo parastina ax û gelê wê sekinîne, digirin.”

Piştî bidawîbûna herdu rûniştinan, sînevîzyona li ser ked û têkoşîna YPJ’ê hat pêşkêşkirin.

Komxebat bi hin encamnameyan bi dawî bû, ji wan:

1- Divê mafên jinan di destûra Sûriyeyê de werin mîsogerkirin û bê cudahiyê bixin navbera jin û mêran jin beşdarî qada siyasî, civakî û leşkerî bibin.

2- Nûnerên jin bi edalet cihê xwe di komîteyên nivîsandina destûr, di hemû saziyên dewletê û navendên biryardanê de bigirin.

3- Divê rola jinan, têkoşîn û fedakariyên wan di parastina civak û gihaştina aştî û aramiyê de bi fermî were naskirin.

4- Divê hemû cureyên paşguhkirina jinan werin redkirin û jin di avakirina Sûriyeya siberojê de bibin xwedî rolekî girîng.

5- Divê destkeftiyên jinan werin parastin û ji hemû aliyan ve piştgiriya jinan bê kirin da ku mafên xwe bixwazin.

6- Divê rola mirovî û dîroka ya YPJ’ê di parastina jin, civak û nirxên azadî û edaletê werin naskirin.

7- Destûr û pêvajoya siyasî ku mafên jinan nas nekin û rolê nede jinan nûnertiya hemû sûriyeyan nake û edalet û demokrasî jî pêk nayên.

Share This Article