Di çarçoveya hemleya hişyariyê ku ji aliyê Meclîsa bajarê Hesekê ve hatibû lidarxistin, Meclîs îro bi hemahengiya şaredariya gel û komînan kolanên Hesekê paqij dike.
Komîteyên şaredariyê, endamên komînan û kesayetên serbixwe beşdarî hemleya paqijiyê bûne.
Hemle qadên giştî û rêyên sereke yên bajêr digire nava xwe û dê li seranserî kolanên bajêr dewam bike.
Di Hemleyê de, broşorên ku girîngiya paqijiyê û erka welatiyan di parastina jîngehê de nîşan dide, hatin belavkirin.
Li gorî Meclîsa Hesekê armanca ji hemleyê paqijkirina kolanên bajêr û belavkirina çanda paqijiyê ye.
