Şandeyek ji Beşa Karûbarên Siyasî ya Parêzgeha Hesekê, serdana bajarê Qamişlo kir û ji bo wergirtina erkê wê yê nû wekî rêvebera herêmê, pîrozbahî li Cîhan Hesam kir.
Rêvebera herêma Qamişlo Cîhan Hesam , îro bi amadebûna çend rêvebirên herêmê, pêşwaziya şandeya Beşa Karûbarên Siyasî li Parêzgeha Hesekê, ya bi serokatiya Ebas Hisên kir.
Serdan ji bo pîrozkirina tayînkirina Cîhan Hesam wekî rêvebera herêma Qamişlo bû, û her weha ji bo nîqaşkirina çend mijarên îdarî, di serî de pêşveçûna pêvajoya entegrasyonê li herêmê.
