LI HELEBÊ DERBARÊ TUNDIYA LI DIJÎ JINAN SEMÎNREK HAT DAYIN

Rojava Tv
1 Min Read

 

Komîteya Tenduristiyê ya Kongra Star a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, der barê tundiya li dijî jinan û awayên pêşîgirtina wê, sermînerek li dar xist.

Semîner li Nexweşxaneya Xalid Fecir a li taxa Şêxmeqsûda Xerbî li dar ket û tê de bi dehan jinên ku li nexweşxaneyê dixebitin beşdar bûn.

Semîner bi deqeyek bêdengiyê dest pê kir, piştre hevseroka Meclisa Tenduristiyê ya taxa Şêxmeqsûd, girîngiya têkoşîna li dijî her cûre şîdeta fîzîkî û psîkolojîk a li ser jinan şîrove kir.

Çalakî bi belavkirina gulan li jinên beşdar bi dawî bû.

Share This Article