LI BAJARÊ REQAYÊ ŞAMPIYONA FUTBOLÊ YA JINAN BI DAWÎ BÛ

Rojava Tv
1 Min Read

Di çarçoveya şampiyona lîstika Futbolê ya jinan li bajarê Reqayê de, duh gelek matç pêk hatin.

Matça destpêkê di navbera tîma Kobanê û tîma Cizîrê de bû û di matçê de tîma Kobanê bi qezenckirina 2 golan li beramberî sifir bi ser ket.

Her wiha matçek di navbera tîma Cizîrê A û Tîma Cizîrê B de jî pêk hate û di wê matçê de tîma Cizîrî A bi qezenckirina 3 golan li beramberî sifir bi ser ket.

Têkildarî mijarê lîstikvaneke serkeftî ya ji bajarê Kobanê, hestên xwe der birîn.

Share This Article