NRLS’Ê JI BO NÎQAŞKIRINA REWŞA SÛRIYÊ KOMCIVÎNEKÊ LI REQAYÊ LI DAR DIXE

Rojava Tv
1 Min Read

Navenda Rojava ya lêkolînên stratejîk NRLS’Ê di bin dirûşmeya “Ber bi Sûriyeke azad, pirreng û demokrat ve, komcivîna Sûrî ya diyaloga niştîmanî li dar dixe.

Komcivîn bi beşdarîya zêdetirî 150 nûnerên ji Rêveberiya Xweser, Partiyên siyasî, rêxistinên jinan, her wiha nûnerên Perava Sûrîyê, Suweyda, kesayetên serbixwe û rewşenbîrên Sûrî bi rê ve diçe.
Komcivîn bi axaftinan dest pê kir, piştre nîqaşê li ser her du babetên sereke yên weke krîza Sûrîyê û pergala netew dewletê û rêbazên çareserkirina krîzê dest pê kirin.
Biryar e komcivîn heta saat 7’an berdewam bike û piştre bi encamnameyekê bi dawî bibe.

Share This Article