Di demên derbasûbyî de li gelek bajarên kantona Cizîrê, avêtina guleyên bêserûber bûye diyardeyekê û di encamê de hejmarek ji sivîlan jiyana xwe ji dest dan.
Şêniyên bajarê Hesekê ji Rojava TV re axivîn û diyar kirin ku ew ji ber guleyên bêserûber ku di şahiyan de têne avêtin, bi fikar in.
Li Rojavayê Kurdistanê guleyên bêserûber di her helkeft, şahî û ahengan de têne berdan û di encamê de gelek sivîl dibine qurbanî.
Ev yek jî bûye cihê nerazîbûnê li ba welatiyên deverê û daxwaza wê yekê dikin ku êdî dawî li vê diyardeyê were .
Têkildarî mijarê, Şêniyên bajarê Hesekê diyar kirin ku ew ji ber guleyên bêserûber ku di şahiyan de têne avêtin, bi fikar in.
Ev diyardeyeke neyînî ye.
Bi rastî bû sedem ku gelek welatî jiyana xwe ji dest bidin, herî dawî ev zarokê ku jiyana xwe ji dest daye
Bi rastî cihê şermê ye ku zarokek bêguneh, ji ber guleyeke bêserûber jiyana xwe ji dest bide.
Çênabe ku her yek kêfxweşiya xwe ya serkeftin an dawetan, li ser hesabê van sivîlan bimeşîne.
Şêniyan bang li Hêzên Ewlekariya Hundirîn û aliyên pewendîdar kirin ku li hemberî vê yêkê bisekinin û kesên sûcdar ceza bikin.
Tevî ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn perspektîf û hişyarî dan ku gule li nav bajaran neyên teqandin, hîn jî ev diyarde bi berdewamî diqewime.
JI ber vê yekê gel bang li Hêzên Ewlekariya Hundirîn dike ku bi awayekî bihêztir nêzî sûcdaran bibe û cezayên li dijî wan girantir bike.
