Rveberiya Xweser di civîna xwe ya asayî de, piştgiriya xwe ji bo kantona Dêrezor û xelkên wê li hember rûbirûbûna êrîşan piştrast kir.
Desteya Serokatiya Meclisa Cîbcîkar a Rêveberiya Xweser civîna xwe ya asayî bi beşdariya hevserokatiya desteyê, deste û nivîsgehên Rêveberiya Xweser û hevserokatiya Meclîsên cîbcîkar re li dar xist.
Civîn bi nirxandina xebatên meha borî û nirxandina rewşa rêxistinî ya desteyê, deste û ofîsên Rêveberiya Xweser her wiha meclîsên cîbicîkar ên li kantonan dest pê kir.
Paşê Hevserokên Meclîsên Cîbcîkar ên kantonên Bakur û Rojhilatê Sûriyê behsa xebat, astengî û zehmetiyên xwe kirin.
Her wiha di civînê de tekezî li ser domandina rewşa ewlekarî û wergirtina tedbîrên ji bo misogerkirina aramî û ewlehiya herêmê hat kirin.
Civîna Rêveberiya Xweser bi encamnameyekê bi dawî bû, ji xalên encamnameyê piştgiriya kantona dêrazorê û xelkên wê, şopandina xebatên xizmetê û projeyên bûdceya sala 2024an.
Pêşkêşkirina projeyên veberhênanê ji bo sala 2025.
RÊVEBERIYA XWESER PIŞTGIRYA DÊRAZOR Û XELKÊN WÊ KIR
