Li goristana şehîd Dicle ya bajarê Kobanê, şehîdên meha Tebaxê bi boneya 15`ê Tebaxê hatin bibîranîn.
Bi sedan şêniyên kantona Firatê, endamên saziyan û partiyên siyasî tevlî merasîma bîranînê bûn.
Di merasîmê de axaftin hatin kirin, pêngava 15’ê Tebaxê hate pîrozkirin û şehîdên azadiyê hatin bibîranîn.
Piştre jî malbatên şehîdan li ser gorên zarokên xwe find pêxistin û şehîd hatin bi bîranîn.
