Bi dehan xelkê bajarê Amûdê bi merasîmeke girseyî cenazeyên 2 şervanên Hêzên Komandos ên girêdayî QSDˊê şehîd Zûlfeqar û Bahoz li goristana şehîd Hogir Ismaîl oxir kirin.
Şervanên Komandos ên girêdayî QSD’ê şehîd Muhened Hekîm bi nasnav Zûlfeqar û Osman Ebe bi nasnav Bahoz di 21’ê Çileyê de li Reqayê di encama bersivdana êrişên komên girêdayî hikumeta demkî de şehîd bûn.
Di merasîmê de piştî deqeyek rêzgirtin, axaftin ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan, Meclisa Leşkerî û Kongra Star ve hate kirin.
Axêveran sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û soza xwe li himberî destkeftî û fedekariyên şehîdan nû kirin.
Piştî axaftinan nasnameyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.
Cenazeyên her du şehîdan bi diruşma “Şehîd Namirin” spartin axê.
