LI HESEKÊ YEKÎTIYA WERZÎŞÊ DEST BI LÊNERÎNA STADYOMA WERZÎŞÊ KIRIYE

Rojava Tv
1 Min Read

 

Yekîtiya werzîşê ya bajarê Hesekê ji berî mehekê ve dest bi Karê lênêrîn û restorasyonê ya stadyoma werzîşê kiriye.

Stadyoma werzîşê ya bajarê Hesekê ku di dema rêjîma Baasê de bû, gelekî hatibû paşguhkirin ji ber ku weke beşeke kontrola leşkerî hatibû bikaranîn, ev yek rê li ber werzîşvanan digirt ku wê bikar bînin.

Lê piştî hilweşîna rêjîmê rewşa Stadyomê hat guhertin û niha ji bo beşdarbûna di çalakiyên werzîşê yên cûrbecûr de ji 5 heta 40 salî, kesan pêşwazî dikin.

Share This Article