Bi rêveçûna mewsima çandiniyê ber bi dawiyê ve, Nivîsgeha Dirav û dayînan a kantonên Bakur û Rojhiatê Sûriyê fatûreyên genim ê cotkaran belav dike.
Li kantona Firatê di 14’ê Tîrmehê de nivîsgeha dirav û dayînan dest bi belavkirina fatûreyên cotkaran kir û bi awayekî rojane fatûre tên belavkirin.
Li gorî Rêveberiya nivîsgehê ya kantona Firatê heya niha li kantona Firatê 400 fatûreyên cotkaran ku derdora 3 milyon û nîv dolarên Emerîkî ne, hatine belavkirin.
Nivîsgeha Dirav û dayînan rojane di demjmêra 9’ê sibehê de û li gorî lîsteyên ku hatine amadekirin, dest bi belavkirinê dike.
NIVÎSGEHA DIRAV Û DAYÎNAN A FIRATÊ BELAVKIRINA FATÛREYÊN COTKARAN DIDOMÎNE
