TEVGERA HÎLALA ZÊRÎN A REQAYÊ KUŞTINA HUNERMENDÊN JIN LI ŞAM Û SIWÊDAYÊ ŞERMEZAR KIR

Rojava Tv
1 Min Read

Tevgera Hîlala Zêrîn a Reqayê bi daxuyaniyekê, kuştina çend hunermendên jin li Şam û Siwêdayê şermezar kir û ew wekî “Tawanên Şer” bi nav kir.
Tevgerê di daxuyaniya xwe de tekez kir ku kuştina hunermendan nikare afrîneriyê qir bike, berovajî wê di hunermendan de vîna berdewamiya mîsyona xwe ya hunerî bihêztir dike.
Tevgerê bal kişand ser helwesta neyînî ya civaka navneteweyî, ku li ser binpêkirinên mafên mirovan li Sûriyeyê bêdeng maye, û tekez kir ku pêwîst e nijaperestî û şerê navxweyî di navbera hemî pêkhateyên Sûriyeyê de were redkirin.
Tevgera Hîlala Zêrîn daxuyaniya xwe bi piştrastkirina pabendîbûna xwe ya bi sepandina çanda aştiyê di giyanê nifşên pêşerojê de bi dawî kir.

Share This Article