LI BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ ÊRÎŞÊN KÎMYEWÎ HATIN ŞERMEZARKIRIN

Rojava Tv
2 Min Read

Li gelek herêmên bakur û rojhilatê sûriyê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî ya ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve ku di nencamê de 17 gerîla şehîd bûn daxuyanî hatin dayin.

Di daxuyaniyan de hate gotin ku êrîşên dewleta tirk ên bi çekên kîmyewî asta hovîtî û dîroka xwejînmij a dewleta tirk eşkere dike.

Têkildarî bikaranîan çekên kîmyewî ya ji aliyê dewleta ve li dijî gerîlayên li her çar aliyên Kurdistanê û cîhanê nerazîbûn bilind bûn.

Li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê jî gel daxuyaniyên şermezarkirinê dan û bertekên tund nîşan dan.

Ecumena malbatên şehîdan a navçeya til temir bi tundî êrîşên çekên kîmyewî li dijî gerîlayan şermezar kirin û tekez kirin ku ev êrîş li dijî vîna gelê herêmê û hebûna wê ye.

Her wiha bêdengiya navdewletî ya li hember binpêkirinên dewleta tirk a dagirker şermezar kirin.

encumena malabatên şehîdan a bajarê minbicê û gundewarên wê jî got êrîşên dewleta tirk ên bi çekên kîmyewî asta hovîtî û dîroka wê a xwejînmij eşkere dike.

encumenê destnîşan kir ku wê êrîşên dagirekran vîna wan neşkîne û heta serkeftinê ew ê li ber xwe bidin .

Li reqayê jî partiya sûriya pêşerojê bikaranîna çekên kîmyewî li dijî gerîlayên Kurdistanê bi tundî şermezar kir û civaka navdewletî bepirsê van êrîşan dît .

Her wiha banga hesabxwestinê ji dewleta tirk kirin .

Di heman demê de kongra star a herêma efrînê jî diyar kir ku bêdengiya civaka nevdewletî bikaranîna çekên qedexekirî zêde dike. Û got: gerîla vîn, azadî û hebûna me ne .

kongra star bang li tevahî gelê kurd kir ku li hember sûcên dewleta tirk dengê xwe bilind bikin.

Share This Article