Kongra Star a bajarê Helebê têkildarî 8’ê Adarê roja jinan a cîhanî di bin dirûşma “Bi feslefeya Jin Jiyan Azadî ber bi Sûriya demokratîk ve” civînek li dar xist.
Civîn li hola Meclisa Sûriya Demokratîk MSD ya taxa Şêxmeqsûd û bi amadebûna bi dehan jinên ji Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hat lidarxistin.
Kongra Star di civîna xwe de bal kişand ser rola jinan ya di avakirina civakan de û têkoşîna li dijî koletî û hişmendiya baviksalarî .
di dawiya civînê de hate gotin, Jin bi yekbûn û hevgirtina xwe dikarin civakeke azad, siyasî û demokratîk ava bikin, di Sûriya pêşerojê de jî divê sîstem demokratîk be û hemû jin tê de beşdar bin.
