MSD’Ê PÊŞEROJA HERÊMÊ PIŞTÎ BI DAWÎBÛNA PEYMANA SAYKIS-BÎKO NÎQAŞ KIR

Rojava Tv
1 Min Read

Meclisa Sûriya Demokratîk ji bo nîqaşkirina pêşeroja herêmê piştî bi dawîbûna peymana Saykis – Bîko, li Hesekê komxebatek li dar xist.

Komxebat di bin diruşmeya “Sedsalek piştî peymana Saykis-Bîko, ber bi nerînek siyasî ya nû ji bo Sûriyeyê” Li hola Meclisê ya li bajarê Hesekê hat lidarxistin.

Bi dehan Siyasetmedar, endamên partiyên Siyasî, saziyên civaka sivîl û rewşenbîr tevlî komxebatê bûn.

Di komxebatê de, mijarên mîna siyaseta li herêm, Sûriyê û Rojhilata Navîn, nerînên partiyan derbarê peymana Saykis-Bîko hatin nîqaşkirin.

Beşdaran jî diyar kirin ku girînge piştî bidawîbûna peymana Saykis-Bîko ji nûve Sûriyê bi awayekî demokratîk û wekhev were avakirin.

Komxebat bi vekirina deriyê nîqaşê, bi dawî bû.

Share This Article