KAMPA SERÊKANIYÊ JI ALIYÊ RÊXISTINÊN MIROVÎ VE TÊ PAŞGUHKIRIN

Rojava Tv
2 Min Read

Rêveberiya Xweser ji bo Koçberên serêkaniyê û Girê Spî, li herêma bakur û rojhilatê sûriyê kamp ava kirine.
Yek ji kampên ku koçberên Serêkaniyê lê bi cih dibin jî, Kampa Serêkaniyê ye.
Hevserokê Kampa Serêkaniyê Ebdilrezaq Mihemed ji Rojava TV re diyar kir ku 5 sal in kamp hatiye avakirin lê ji aliyê rêxistinên mirovî ve tê paşguhkirin.

Di cotmeha Sala 2019’an de dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşeke berfereh li ser bajarên Serêkaniyê û Girê Spî pêk anî, di encamê de herdu bajar hatin dagirkirin û welatiyên wan bi darê zorê hatin koçberkirin.

Rêveberiya Xweser ji bo Koçberên serêkaniyê û Girê Spî, li herêma bakur û rojhilatê sûriyê kamp ava kirine.

Yek ji kampên ku koçberên Serêkaniyê lê bi cih dibin jî, Kampa Serêkaniyê ye.

Hevserokê Kampa Serêkaniyê Ebdilrezaq Mihemed ji Rojava TV re diyar kir ku 5 sal in kamp hatiye avakirin lê ji aliyê rêxistinên mirovî tê paşguhkirin.

Ebdilrezaq Mihemed têkildarî vegera bi ewle ya koçberan anî ziman ku, hêviya koçberan ew e ku di hevdîtinên li gel şamê de rewşa koçberan were nîqaşkirin û bi ewle vegerin ser axa xwe.

Li gorî xala 5’an a peymana 10’ê adarê ya di navbera Fermandarê Giştî yê (QSD) Mazlûm Ebdî û Ehmed El Şeri de tê gotin ku, Sûriyên ji cih û warê xwe hatine derxistin, wê vegerin gund û bajarên xwe.

Ji dema îmzekirina peymanê û heta niha desthilata şamê ji bo vegereke bi ewle ya koçberan tu gav neavêtiye.

Share This Article