KOMÎTEYA TENDURISTIYÊ YA KONGRA STAR NAVENDÊN TIBA XWEZAYÎ VEDIKE

Rojava Tv
1 Min Read

Komîteya tenduristiyê ya Kongra Star ya bajarê Helebê navendeke tiba xwezayî vekiriye û rojane pêşwaziyê li dehan nexweşan dike.
Berdevka Komîteya Tiba Xwezayî Şîraz Silêman dibêje ku, karê wan gelekî giring e û ji aliyê civakê ve rastî pêşwaziyeke germ tê.

Li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi pêşengiya komîteya tenduristiyê ya Kongra Star, xebatên ji bo vejandina tiba xwezayî geştir dibin.

Tiba xwezayî ku di serdemên kevnare de dihate bikaranîn, ji bo piraniya cureyên nexweşiyan dermanê herî bisûd û saxlem e.

Li bajarê Helebê jî komîteya tenduristiyê ya Kongra Star navendeke xwe vekiriye û rojane pêşwaziyê li dehan kesî dike.

Berdevka Komîteya Tiba Xwezayî Şîraz Silêman behsa xebatên xwe dike.

Şîraz Silêman dibêje ku, karê wan gelekî giring e û ji aliyê civakê ve rastî pêşwaziyeke germ tê.

Komîteya tenduristiyê ya Kongra Star li seranserî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê çendîn navendên Tiba Xwezayî vekirine û hewl dide li gelek deverên din jî heman navendan veke.

Share This Article