KOMXEBATA DIYALOGÊ LI KANTONA ŞEHBAYÊ BI DAWÎ BÛ

Rojava Tv
3 Min Read

komxebata diyalogê ya ku ji aliyê Encûmena Sûriya Demokratîk li kantona Şehba ve hatibû lidarxistin, bi çend pêşniyaran bi dawî bû banga li QSD û Koalîsyona Navneteweyî kir ku hemû herêmên dagirkirî ji dagirkeriya dewleta Tirk rizgar bikin.

Duh, komxebata Diyalogê ya ku ji aliyê MSD ve di bin dirûşma “Na ji nêzîkbûna rejîmên Tirkiyê û Sûriyê bi terorîstên Heyet Tehrîr El Şam re, belê ji Sûriyayek demokratîk re”  bi amadebûna nûneran Partiyên siyasî, yekîtî û saziyên sivîl ên Kantona Efrînê li hola şehîd axîn a navçeya Fafîn a kantona Şehbayê bi dawî bû..

Fermandarê Giştî yê QSD General Mezlûm Ebdê bi rêya Zoom tevlî komxebatê bû û li ser geşedanên dawî yên li herêmê axivî.

Mezlûm Ebdî bal kişand ser idîayên dewleta Tirk yên derew ku berdewam dibêje Heyet Tehrîr El-Şam ne şaxek ji rêxistina Terorîst ya El-Qaîde ye, her weha anî ziman ku dewleta Tirk dewleteke dagirker e û rizgarkirina Efrîn tenê pirsgirêgeke demê ye.

Di heman demê de hevserokê gerînendeya Têkiliyên derve Bedran ÇiyaKurd jî bi riya Zoom’ê got ku bandora şerên Rûsya li dijî Ukraynayê li ser herêmê bi giştî heye ku di encama vî şerî de gelek guhertinên siyasî çêdibin û gelek helwestên siyasî yên nû jî derdikevin pêş..

ÇiyaKurd anî ziman ku dewleta Tirk dixwaze li gorî berjewendiya xwe lihevkirinan bi her aliyekî cîhanê re çêke..

Naveroka vê komxebatê jî sê mijarên sereke bûn:

1-Rastiya dewleta Tirk û terorîstên Heyet Tahrîr El-Şam di krîza Sûriyê de.

2-bandora nêzîkbûna Tirkiye-Sûriyê û terorîstên Heyet Tahrîr El-Şam li ser rastiya Sûriyê.

3-Helwesta gelê Sûriyê û civaka navdewletî li hemberî Heyet Tehrîr El-Şam.

Piştre endamê encumena Sûriya Demokratîk Mihemed Nedîm daxuyaniya dawî bi zimanê Erebî û endama Yekîtiya Rewşenbîrên Efrînê Rukan Şêxo jî bi zimanê Kurdî daxuyanî xwend.

Di dawiya komxebatê de, beşdaran li ser çend encaman kom bûn:

– yekrêziya herêmên Sûriyê û kar û xebata ji bo rizgarkirina hemû herêmên dagîrkirî.

-Beşdaran tekez kirin ku Tirkiye hêzeke dagîrker û piştevana sereke ya terorê li Sûriyê ye.

-Li gorî raporên navneteweyî, hemû komên çete yên li herêmên dagirkirî, ti têkiliya wan bi Îslamê re nîne..

-Daxwaz ji civaka navdewletî kirin ku biryarên pêwîst ji bo rûbirûbûna terorê bide, her weha piştgiriya diyalogên siyasî yên Sûrî-Sûrî bikin da ku çareseriyek li gorî biryara 2254 were danîn.

Di heman demê de hemû herêmên dagirkirî ji dewleta Tirk û çeteyên wê rizgar bikin.

– divê  hikumeta Şamê tu peywandiyan bi rejîma Tirkiyê re ya ku piştgiriya heyat Tehrîr El-Şam dike, çêneke û bi gelê Sûriyê bi hemû pêkhatyên wê re bixebite ji bo çareserkirina kirîza Sûriyê.

– daxwazî ji bo bidawîkirina hevpeymana Edenê ya ewlekariyê di navbera Sûriyê û Tirkiyê de.

çalakiya komxebatê bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana gelê Sûriyê bi dawî bû.

Share This Article