Zanîngeha Kobanî bi Zanîngeha Kosovayê re, ku girêdayî Komara Kosovayê ya li Başûrê Ewropayê ye, civînek online li dar xist û hevpeymanek îmze kir.
Di merasîma îmezekirina hevpeymanê de hevserokên zanîngeha Kobanê Xezne brahîm, Şervan Muslim amede bûn. Merasîma hevpeymanê bi xwenaskirinê hat destpêkirin, piştre rewşa zanîngeha Kobanê û avakirina wê hat şîrovekirin.
Di dawiyê de, hevpeymanek li ser gelek xalên xurtkirina asta akademîk û bilindkirina asta zanistî di navbera herdu zanîngehan de hat îmzekirin.
