Komîteya perwerdeya civaka demokratîk ya Helebê civîna xwe ya salane li hola 8’ê adarê li dar xist.
Civîn bi dirûşmeya “perwerde û hînbûna ziman pêşeroja civakê misoger dike” û bi amadebûna mamosteyan, rêveberên kongra star û Meclîsa gîştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hat lidarxistin.
Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, piştre perspektîvên Rêber APO hatin xwendin.
Her wiha rewşa perwerdeyê bi dorfirehî hate nîqaşkirin û rêbazên çareseriyê jî hatin vedîtin.
Paşê hevseroka Meclîsa giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Hêvîn Silêman rewşa siyasî nirxand.
Her wiha Rapora karûxebatê ya salekê hate xwendin.
KOMÎTEYA PERWERDEYA CIVAKA DEMOKRATÎK YA HELEBÊ CIVÎNA XWE YA SALANE LI DAR XIST
