Rêveberiya Giştî ya Tenduristiyê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn Nexweşxaneya Şehîd Tekîn û Klînîkên Şehîd Qehreman li Hesekê vekir.
Herdu navendên ku li taxa Xiwêran a Hesekê hatin vekirin dê xizmetên bijîşkî û tenduristî ji endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn re pêşkêş bike.
Di nexweşxaneyê de beşên wek eşîa, panorama, taqîgeh, klînîkên dil, toşpî , nexweşiyên hundirîn, lezgîn, çavdêriya giran û emeliyatan hene.
Di merasîma vekirinê de axaftin li ser navê Meclisa cîbcîkar a Rêveberiya Xweser û Hêzên Ewlekariya Hundirîn hat kirin, tê de hat gotin ku, Nexweşxaneya Şehîd Tekîn û Klînîkên Şehîd Qehreman rastiya şoreşê nîşan didin.
Şandeyên beşdar avakirina nexweşxaneyê li Rêveberiya Giştî ya Tenduristiyê ya Hêzên Ewlelariya Hundirîn pîroz kir.
Piştre malbata şehîd Qehreman deriyê nexweşxaneyê vekir û beşdar li nav geriyan.
