MECLISA OL Û BAWERIYAN AŞTIYA NAVXWEYÎ Û ROLA JINAN NÎQAŞ KIR

Rojava Tv
1 Min Read

Di panelekê de ku ji aliyê Meclisa Ol û Baweriyan ve li Hesekê hate lidarxistin, rêbazên pêşxistina aştiya navxweyî û rola jinan di civakê de hat nîqaşkirin.

Meclisa Ol û Baweriyan a bajarê Hesekê panelek bi sernavê “Ber bi aştiyeke navxweyî ya mayînde ve” li dar xist.

Panel li Navenda Hîlala Zêrîn a bajarê Hesekê bi amadebûna oldarên ji ol û baweriyên cuda, rûspiyên Kurd û Ereb, nûnerên saziyên civakî û tevgerên jinan pêk hat.

Di panelê de axaftin ji aliyê Keşeyan, Nûnera civaka Êzidî û Nivîsgeha Jinan a Meclisa Ol û Baweriyan ve hate kirin.

Axêveran behsa ol û baweriyên xwe kirin û anî ziman ku aştiya navxweyî bingeha avakirina her welatekî ye.

Beşdaran jî der barê mijarên panelê de nêrînên xwe anîn ziman û girîngiya naskirina hemû ol û mezheban, xurtkirina jiyana hevbeş û piştevaniya jinan wek bingeheke sereke di xurtkirina aştiya navxweyî de destnîşankirin.

Share This Article