KOÇBERÊN SERÊKANIYÊ JI BO VEGERA BI EWLE MITÎNGEK LI PÊŞIYA NY’Ê LI DAR XISTIN

Rojava Tv
1 Min Read

Komîteya Koçberan a Serêkaniyê bi dirûşmeya “Vegera ewle mafekî rewa û destûrî ye” îro li pêşiya avahiya Neteweyên Yekbûyî ya li bajarê Qamişlo çalakiyeke girseyî li dar xistin.
koçberên Serêkaniyê bang li civata navneteweyî kirin ku dagirkerî were bidawîkirin û her kes bi awayekî ewle vegere malên xwe.

Komîteya Koçberan a Serêkaniyê bi dirûşmeya “Vegera ewle mafekî rewa û destûrî ye” îro li bajarê Qamişlo çalakiyeke girseyî li dar xistin.

Koçberan li lîstikgeha 12’ê adarê li hev kom bûn û heta ber avahiya Neteweyên Yekbûyî meşiyan û li wir mitîngek saz kirin.

Di mitîngê de axaftin hatin kirin û banga vegere bi ewle û rûmet hate kirin.

Koçberên Serêkaniya dagirkirî gotin ev 6 sal in ew ji mal û milkên xwe hatine koçberkirin û bi hêviya vegera li bajarê xwe îro daketin qadan.

Her wiha koçberên Serêkaniyê bang li civata navneteweyî kirin ku dagirkerî were bidawîkirin û her kes bi awayekî ewle vegere malên xwe.

Di dawiyê de şandeyek ji aliyê Komîteya koçberên Serêkaniyê ve hat avakirin û nameyek radestî Neteweyên Yekbûyî kir.

Share This Article