LI KANTONA CIZÎRÊ 13 HEZAR XWENDEKARÊN ASTA NAVÎN KARTÊN EZMÛNAN WERGIRTIN

Rojava Tv
1 Min Read

 

pêvajoya belavkirina kartan ji bo xwendekarên astên navîn ên ku biranşa rejîma Esed ya Têkçûyî dixwandin, îro derbasî roja xwe ya dawî dibe.

Desteya Perwerde û Fêrkirinê li Kantona Cizîrê diyar kir ku tenê li Cizîrê, 13 Hezar xwendekarên asta navîn, Hatin e qeydkirin.

Bi nêzhatina destpêkirina pêşkêşkirina ezmûnên biranşa rêjîma Esed ya têkçûyî, pêvajoya belavkirina kartan ji bo xwendekarên dibistana navîn, nêzîkî temambûnê dibe.

Li bajarê Hesekê, ji bo xwendekarên ku li wir hatine destnîşankirin, pêvajoya belavkirinê dikeve roja xwe ya duyemîn û dawî de.

Di vê çarçoveyê de, hevserokê Desteya Perwerdehiyê li Kantona Cizîrê Ednan Berî ji Rojava TV re axivî û bal kişand ser hejmara xwendekarên ku ji bo bawernameya asta navîn xwe qeyd kirine.

Derbarê gava piştî belavkirina kartên xwendekarên asta navîn de, Berî destnîşan kir ku qeydkirina xwendekarên asta amadehî jî dê di 22’ê Hezîranê de dest pê bike.li gor Desteya Perwerde Û Fêrkirinê li Kantona Cizîrê ji bo xwendekarên bawernameya pîşeyî, heta nih tu lihevkirineke hevpar ji bo azmûnên wan nehatiye peyda kirin.

Share This Article