Bi dehan Şêniyên bajarê Qamişlo, endamên saziyên sivîl, meclisa leşkerî û malbatên şehîdan herikîn bin kon û sersaxî dan malbatên her du şehîdan.
Di bin konê sersaxiyê de piştî deqeya rêzgirtinê axaftin ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan, Meclisa Leşkerî ya Qamişloyê û PYD’ê ve hate kirin.
Axêveran sersaxî ji malbata şehîdan re xwestin û soza şopandina riya şehîdan da.
Piştre nasnameyên her du şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.
