Ofîsa têkiliyan a Partiya Yekitîya Demokratîk PYD’ê derbarê rewşa siyasî û entegrasyona demokratîk bi dewleta Sûriyeyê û QSD’ê re civînek li Amûdê li dar xist.
Bi sedan siyasetmedar, rewşenbîr, rûsipiyên herêmê û nûnerên rêxistinên civaka sivîl beşdarî civînê bûn.
Di civînê de axaftin ji aliyê navenda lêkolîn û ofîsa têkiliyên PYD’ê ve hate kirin.
Axêveran diyar kirin ku Sûriya di pêvajoyeke veguhêz re derbas dibe û Pirsgirêka Kurd li Sûriyeyê stûneke navendî ye.
Her wiha dan xuyakirin ku pêwiste destûra Sûriyeyê ji nû ve bê nivîsandin û tê de mafê gelê Kurd û hemû pêkhateyên werin misoger kirin.
Civîn bi nirxandinên beşdaran bi dawî bû.
