KOÇBERÊN EFRÎNÊ CENAZEYÊ ŞEHÎD MÊRVAN EFRÎN OXIR KIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Bi sedan koçberên Efrîn û xelkên Şehbayê bi merasîmeke bi heybet cenazeya şervnê HRE’ê Ş.Ehmed Osman bi nasnav ”Mêrvan Efrîn” oxirkirin.

Cenazeya şehîd ji nexweşxaneya Avrîn bi tilîliyên dayîkan ket rê û ber bi goristana Berxwedana Serdemê ya navçeya Ehrezê çûn.

Li goristanê, merasîm bi xuleyek rêzgirtin dest pê kir, Piştre li ser navê Meclîsa Malbatên şehîdan axaftin hate kirin û ser saxî ji malbeta şehîd re hate xwastin.

di dawiya merasîmê, wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbata wî hate kirin.

Share This Article