LI QAMIŞLO ŞANOYA “TABLOYÊ BI SÛD” JI BO ZAROKAN HAT LI DARXISTIN

Rojava Tv
1 Min Read

Bi beşdariya 5 şanogeran, Komîna Şano ya Cizîrê ji bo piştigiriya zarokan û başkirina deroniya wan şanoyek li darxist.

Şano bi serenavê ” Tabloya bi Sûd ” li navenda çand û huner a Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo hat li darxistin.

Bi dehan ji zarok û malbatên xwe, endamên çandê û şanoger di çalakiyê de amade bûn.

Ev şano di rojên Cejnê de ji bo zarokan û bi armanca piştigiriya zarokan û avakirina hunerê di hundirê wan de hat li darxistin.

Li gorî komîteya amadekar, dê ev çalakiyên han li bajarên Dirbêsiyê, Amûdê, Tirbespiyê û Dêrikê werin li darxistin.

Share This Article