Dema ku pelên daran zer dibin û bayê hênik ê payîzê li dergehê me dixe, li Rojavayê Kurdistanê bîranîneke kevnar û bîhneke xweş zindî dibe…Ew jî Bîhna genimê kelandî, bîhna danûka ye.
li dilê bajarê Qamişlo. kelandina danûkan ne tenê amadekirina xwarina zivistanê ye; ew cejna hevgirtinê, kenê zarokan û zindîkirina çanda hezarê salan e.
Tevî hemû zehmetiyan jî, ciwan û mezinên herêmê nahêlin ev çanda pîroz winda bibe. Em bi hev re li vê atmosfera tije kêf û bereketa Herêmê temaşe bikin.
Dema peyva Payîz tê gotin çanda kelandina genim ango Danûk tê bala şêniyên Rojavayê Kurdistanê.
Dema genim tê kelandin bi xwe re kêf û şahî ji mezin û zarokan re tîne, ji ber dateyên çêkirina wê tehmê jî rêjeyeke baş ji şêniyan jê hez dikin.
Li bajarê Qamişloyê hîn jî ev çand tê parastin. heyama çend rojan e li bajarê Qamişloyê şênî danûk dikelînin û atmosfereke xweş bi taybet ji bo zarokan çêdikin.
Zarokên Qamişlo kêfxweşiya xwe anîn ziman û gotin bi çêkirina danûkan ew kêfxweşin.
Çanda kelandina danûkan yek ji çandên herî kevnar e li cem gelê kurd e, îro careke din bi saya ciwanan ev çand tê zindî kirin û nû kirin .
