Welatiyên Kantona Firatê ji bo piştgiriya şervanên QSD, YPG û YPJ’ê li bajarê Kobanê meşeke girseyî li dar xistin û berxwedana şervanan silav kirin.
Meşê bi beşdarbûna bi hezaran welatî, endamên saziyên Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî, saziyên sivîl û malbatên şehîdan ji qada Jina Azad dest pê kir.
Meşê bi berzkirina dirûşmeyên “bijî berxwedana QSD” bijî berxwedana Rojava heta qada Şehîd Egîd dewam kir.
Di meşê de li ser navê meclîsa Leşkerî Îsmaîl Îsmaîl axivî û behsa giringiya berxwedana şervanan ya li Bendava Tişrîn û Pira Qereqozaqê kir.
Her wiha li ser Tevgera Jin jî Peyman Elûş axivî û got, bi rihê şerê gelê şoreşgerî em ê serkeftinê tacîdar bikin.
